FilistînIraqNûçeRojhilatanavin

Berhem Salih: Komara Islamî ya Îranê welatêk misilman û bira ye û ewlehî û istiqrara wî ser xêra hemî navçê û welatên Ereb e

Serokomarê Iraqê Berhem Salih şeva buhurî di civîna Serokên Yekitîya Ereban li Mekê da got: Mizgevta Eqasayê banga alîkarîyê dide, di halekî da ku kes bersivê nadê.

Serokomarê Iraqê herwiha got: Komara Islamî ya Îranê welatê misilman û bira ye û ewlehî û istiqrara wî ser xêra hemî navçê û welatên Ereb e.

Berhem Salih herwiha got: Ewlehîya Iraqê bingeha ewlehîya herêmê tê zanîn û her gêre û şerê ihtimalî li navçê, yê ewlehîya Iraqê bêxe ber xeterê.

Serokomarê Iraqê bi gotina vê yekê ku xurtkirina istiqrar û ewlehîya Iraqê hewcedarê piştgirîya welatên Ereb û herêmê ye, dîyar kir: Iraq xwazyarê muzakireya rasterast û avaker jibo çareserkirina qeyranan û dûrketina ji şîdet û şêrr li herêmê ye.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih herwiha pêgirî ser rêzgirtina li mafê gelê Sûrîyê yê hebûna jîyaneka azad û birûmet kir û got: Divê rêz li serwerîya welatan bê girtinê û destwerdana bîyanîyan di karên navxweyî yên wan de nayê qebûlkirinê û divê were şermezarkirinê.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı