IraqNûçeRojhilatanavin

Çend çekdarekan çar hemwelatiyên bajarokê Xurmatû revandin îro ew kesên ku hatine revandin hatin berdan û azad bûn

Berpirsê ragehandina qaymeqamiya Xurmatû Mihemed Fayîq ragehand: ‘’Piştî ku ew çar hemwelatiyê bajarokê Xurmatû hatin revandin îro 17.04.2017ê bi hewl û westandina qaymeqamê bajarokê Xurmatû Şelal Ebdul Ehmed û fermandarê enî û berpirsê hêzên Îmam Elî li hêzên hevbeş, ew çar hemwelatiyane hatin azad kirin.’’

Berpirsê ragehandina qaymeqamiya Xurmatû got: ‘’Ew hemwelatiyane rojên borî ji aliyê grubên çekdar ve hatibûn revandin, yek ji wan endazyar Nîzal Mihemed Semîn bû ku piştî erkê xwe yê fermî derketibû hatibû revandin.’’ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı