İslâmi Davet

Çeteyên terorîst li Efrînê Mezareke Olî rûxandin

12 Kasım 2018 14:55
Çeteyên terorîst li Efrînê Mezareke Olî rûxandin

Jêdereke Agahdar ji nav Efrîn ê roja Duşem ê ragihand ku çeteyên girêdey dewleta Tirk ên ku Efrîn dagîrkirina mezara Elewiyan a li Mabeta rûxandin ji ber ku difikirîn ku zêr û perçeyên kevnar di nav de hene.

Jêder aşkire kir ku mezar cihekî dîrokî ji Elewiyan re bû ku temena wê 160 sal bû ,Elewiyan wek cihekî dîrokî ji xwe re hesab dikirin. amaje bi wê jî kir ku ji destpêka ketina artêşa Tirk û çeteyên wê ji Efrîn ê re ti mezar û cihên dîrokî sax ne hêştine hewldidin ku dîroka Kurdan li Efrîn ê tune bikin .

Her weha çete roj bi roj kiryar û binpêkirinê li nav Efrîn û gundên wê zêdetir dikin û revandin û dizîn û eşkecenkirin her zêde dibin.

Yukarı Çık