ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Hesen Ruhanî: Riyaz pê dewama van siyasetên xwe yên şaş tenê pirsgirêkên xwe zêde dike

Serokomarê Îranê bal kişand ser viya ku siyaseta derve ya welêt `Rêketina kêrhatî` û `bi serbilindî` tev cîhanê ye û ragihand: Komara îslamî ya Îranê hertim xebitiye krîzên navçê ji riya gotûbêjê çareser bike.

Hesen Ruhanî li gotûbêja xwe ya sêşemê şev tev telivîzyona Îranê bal kişande ser alîkariyên Komara îslamî ya Îranê bi Iraq û Sûriyê li şerê dijî terorîstan û hevkariya Îran, Iraq û Tirkiyê li bara meselên Herêma Kurdistana Iraqê û got: Îran bi dû êminkirina navçê ye.

Ruhanî bal kişande ser viya ku pêwendiyên navbera Îranê tev welatên navçê xîncî yek yan du welatên naçê yên wekî Erebistanê, baştir e bo nimûne pêwendiyên Îranê tev Rûsiya, Iraq, Tirkiyê, Qeter, Efxanistan û Pakistanê gelek baş e û Erebistan bona veşartina şikestên xwe li navçê û meselên xwe yên hundirî dixebite Îranê wekî dijmin bide nasandin.

Ruhanî bal kişande ser siyasetên nediruste Erebistanê li Qeter, Sûriyê, Iraq û Lubnanê û destnîşan kir; Riyaz pê dewama van siyasetên xwe yên şaş tenê pirsgirêkên xwe zêde dike.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı