IraqNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Qubad Talebanî digel serokwezîrê Iraqê

Li hevdîtina navbera Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê û serokwezîrê vî welatî, du aliyan derbarê baştirkirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û pêkanîna rêforman li Iraqê gotûbêj kirin.

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, Qubad Talebanî ku bi mebesta beşdariya li civîna Rafidînê çûye Bexdayê, bi Adil Ebdulmehdiyê serokwezîrê Iraqê ra hevdîtin pêk anî.

Wî bi weşandina nivîsekê li ser Facebook’a xwe ragihand ku li vê hevdîtina digel Ebdulmehdî ra derbarê baştirkirina pêwendiyên navbera Bexda û Hewlêr û pêkanîna rêformên bingehîn li Iraqê gotûbêj kiriye.

Talebanî biryar e ku îro anku Duşemiyê li civîna navneteweyî ya Rafidînê li Bexdayê ku bi amadebûna rêberên iraqî, wezîr û kesayetiyên parlimanî û akademîk ên Iraqê û hin welatên cîhanê tê lidarxistin, beşdar bibe.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı