CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Hişyariya dozgerê Rejîma Siyonîst bo Netanyahû

Dozgerê gişt ê Rejîma Siyonîst hişyarî da serokwezîrê vê rejîmê ku tu tişt wê nebe berbenda li ser rêya biryardayîna li ser dosyeyên gendeliya wî ya pereyî.

li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Reuters`ê, Avîçay Mandêlbilît (Avichai Mandelblit) dozgerê gişt ê Rejîma Siyonîst, roja îniyê li daxuyaniyekê ji hitmala biryardayîna li ser dosiyeyên gendeliya Bnyamîn Netanyahû, serokwezîrê Îsraîlê li dahatiyeka nêzîk da.

Dozgerê gişt ê Rejîma Siyonîst ragihand: Eger ku li ser dayîna cezanameyê têkildarî dosiyên Netanyahû heta berî roja hilbijartinê, biryarek were dayîn, wê tu berbendek li ser rêya vergirtin yan weşandina van biryaran tinebe.

Netanyahû têkildarî sê dosyeyên gendeliyê tawanbar e.

Ragihandina vê mijarê li halekê ye ku hilbijartina parlimanî ya Rejîma Siyonîst wê li 9`ê Nîsanê were lidarxistin.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı