ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê hertim seratir ji sozên xwe alîakriya penaxwazan kiriye

Evdilreza Rehmanî Fezlî wezîrê karên hundir ê Îranê ku roja duşemiyê li civîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) diaxivî, bal kişande  ser viya ku Komara Îslamî ya Îranê ji ber mewqiya taybet a cuxrafiyayî û cînartiya digel navendên sereke yên qeyrana mirovî li çend deheyên buhurî da tûşî pêlên berfireh ên bi miliyonan aware û penaxawzan bûye û hertim seratir ji sozên xwe li hemberî konvansiyonan penabertiya Jênêvê tevgeriyaye.

Wezîrê karên hundir bi bîr xist ku Komara Îslamî ya Îranê li sê deheyên vê dawiyê xizmetên cûrbicûr ji wan xizmetên perwerdehî ji qonaxa seretayî heta perwerdehiya bilind, tendirustiya gelanî ya belaş û derfetên şolê raberî vê gelheya hewcedar kiriye ku seratir ji wan sozan e ku Îranê li konvansiyona 1951`an a penaberan a Jinêvê daye.

Rehmanî Fezlî her viha got: Niha li gorî piştrastkirina komîsaryaya bilind a penaberan a NY asta kesên xwendî ya gelheya penaberan li Îranê ji sedî 6`ê di destpêkê da gihîştiye sedî 67`ê û hemî penaber bi awayekî ketine bin sîwana xizmetên dermanî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı