IraqNûçeRojhilatanavin

Li dijî noqteya leşkerî êrişa xwekujî: 5 kuştî û 11 birîndar

Hat ragihandin ku li navçeya Hît a Enbara Iraqê piştî nimêja terawihan êrişa xwekujî pêk hat, di êrişê de herî kêm 5 hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.

Di dema teqînê de ji ber nimêja terawihan pir qelebalix bû û di teqînê de serbazekî bilind û rojnamevanek jî di nav de herî kêm 5 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.

Di êrişa xwekujî de nûçegihanê ciwan ê kanala Asia ya peykê ku li Iraqê weşanê dike Suheyp Yusuf El Hîtî jiyana xwe ji dest da û rojnamevanê bi navê Vemith El Iraqî jî bi giranî birîndar bû. Rêxistina terorîst a DAIŞê berpirsyariya êrişê girte ser xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı