IraqNûçeRojhilatanavin

Li Kerkûkê 6 fermandarên DAIŞ`ê hatin kuştin

Malpera El-Sumariyê ya iraqî ragihand ku li nêzîkî gundê El-Qudsê yê nêzîkî navçeya Reşadê ya 35 kîlometreyan li başûrê rojavayê Kerkûkê dikeve, balafirên hevpeymanê li komeke DAIŞ`ê xistiye.

Li gor agahiyan, berpirsyarekî darayî û fermandarekî polîsên DAIŞ`ê jî di nav kesên kuştî de ne.

Hêjayî gotinê ye ku ev êrîş di demeke wiha de tê ku Artêşa Iraqê operasyona xwe li Mûsilê berdewam dike û heta niha aliyê rojhilatî rizgar kiriye û operasyon li aliyê rojavayî yê Mûsilê berdewam dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı