NûçeRojhilatanavinSûriye

Li Til Temirê Sûriyê êrîşeke xwekujî pêk hat

Hat ragihandin ku xwekujiyekî li ser motorek li nêzîkî deriyê veguhestinê yê başûrê navçeya Til Temirê li nêzî komîna şehîd Demhat, xwe teqand.

 Îro di demjimêr sibê de kesekî xwekuj ku ji ser riya Helebê ya başûrê navçeya Til Temirê li ser motorsiklêtekê xwest derbasî taxên navçeyê bibe. Lê şênî bi wî hisyan, ji ber wê kesê xwekuj li ser motorsiklêtê xwe li pêşiya komîna şehîd Demhat teqand.

Li gor ragihandina çavkaniyên herêmî ku diyardi encama teqînê de tenê zerarên madî çêbûn. Hêzên Ewlekariya navxwe û hêzên Hawarî derdora cihê teqînê dorpêç kirin.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı