Efxanîstan

Rûhanî: Têhranê bo xurtkirina aramî û pêşketinê li Efganistan hewil bide

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Têhranlê dê hemî hewildana xwe jibo xurtkirina aramî û pêşketinê li Efganistan bi kar bîne. Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Serokomartiyê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê berêvariya Îniyê di hevdîtina bi Eşref Xeniyê Serokomarê Efganistanê re li kêleka Nozdehemîn civîna Serokên welatên endamê Saziya Hevkariya Şanghayê li Bîşkêka paytexta Qirqîzistanê, hêvîdarî…

Xwandinê bidominê

30 çekdarên Talibanê hatin kuştin

Wezareta Berevaniya Efxanistanê ragihand, di operasyoneka artêşa vî welatî de herî kêm 30 terorîstên Taliban hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne. Wezareta Berevaniya Efxanistanê li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandiye, duh li herêma Bexlanê ya vî welatî, hêzên artêşa Efxanistanê operasyonek li dijî çekdarên Taliban li dar xistin. Li gorî agahiyên vê wezaretê, di wê opersayonê de 30…

Xwandinê bidominê

Li Kabulê êrîşa bibombe

Hat ragihandin ku ku li paytextê Efxanistanê Kabulê, bombeya ku di wesayîta personelê Wezareta Hec û Ewqafê da hatibû bicihkirin teqîya û di encamê da 10 kes birîndar bûn. Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî da hat destnîşankirin, bombeya ku di wesayîta personelê Wezareta Hec û Ewqafê da hatibû bicihkirin, li herêma Barakî ya Kabulê teqîya. Di daxuyaniyê da…

Xwandinê bidominê

Di êrîşa asîmanî ya li Efxanistanê da sivîl bûn hedef

Hat ragihandin ku li rojhilatê Efxanistan li Şîrzada navçeya Nangarharê di êrîşa asîmanî ya dijî Talibanê da bi xeletî 5 sivîl hatin kuştin. Berdevkê Walîtiya Nangarharê Ataullah Hogyanî di daxuyaniya xwe da diyar kir ku hêzên ewlekariyê li gundê Tatû yê navçeya Şîrzadê operasyona asîmanî bir ser Talibanê. Hogyanî diyar kir ku di operasyonê da bi xeletî sivîl bûn armanc…

Xwandinê bidominê

Efxanistan kirrîna niftê ji Îranê didomîne

Rêvebiriya pergalkirina Petrol û Gazê ya Efxanistanê ragihand ku ev welata dê kirrîna petrol û berhemên petrolê ji Îranê bidomîne. Li gorî rapora IRNAyê, Rêvebiriya pergalkirina Petrol û Gazê ya Efxanistanê roja Sêşemiyê tevî derewzanîna nûçeya sifirbûna asta şandina nifta Îranê bo Efxanistanê, ragihand: Meşa tankerên hilgirê nifta Îranê bo Efxanistanê hema wisa didome. Beriya vêya hejmareke medyayên navçeyê ragiahndibûn…

Xwandinê bidominê

5 hezar DAIŞî li Efxanistanê bi cih bûne

Rayedarên Istixbarata Rûsiyê diyar kirine ku çiqeke DAIŞ`ê kariye ku nêzîkî 5 hezar hêzan li sînorên bakurê Efxanistanê û komarên serbixwe yên Sovyetê werbigre. Li gorî rapora Mêhr News`ê û ji zarê Eruo News`ê, Elêksander Borteîkof serokê Rêxistina Istixabarata Rûsiyê li civînekê bi rayedarên  Rêxistianên  îstixbaratî hejmarek ji welatên derdora Ûrasiyayê ji ber bicihbûna dubare ya  komên terorîstî li wilayetên …

Xwandinê bidominê

Pevçûna li meclisa nûnerên Efxanistanê ser posta serokatiyê

Nerazîbûna hejmarek ji endamên parlemana nûnerên Efxanistanê li hember bijartina serokatiya parlemanê, bû sedema pevçûna li meclisa vî welatî.  Li gorî rapora roja yekşemiyê ya  IRNA`yê, hejmarek ji nûnerên  parlemana  Efxanistanê bi raghandina vê yekê ku  Mîr Rehman Rehmanî duh nekarî piraniya dengan bo serokatiya parlemanê bi dest bixe, daxwaza lidarxistina  hilbijartinên nû bo kursiya serokatiya perlemanê kirin.  Eva li…

Xwandinê bidominê

Li Efxanistanê mayînek teqiya: 8 zarok can dan û 2 jî birîndar bûn

Li eyaleta Xeznê ya başûrê Kabulê paytexta Efxanistanê mayînek teqiya ku di encamê de heşt zarokan can dan û du jî birîndar bûn. Berdevkê eyaleta Xeznê Arif Nûrî aşkere kiriye  di dema ku zarokan li nêzî riya sereke de dilîstin pêlî mayînê kirin ku di encamê de teqîn pêk hat ku ji ber wê 8 zarokan can dan û du…

Xwandinê bidominê

Wezîrê Koçberan ê Efxanistanê qedirzaniya netewê Îranê kir

Wezîrê Koçberan ê Efxanistanê Husên Alimî Belxî şeva borî di rûpela xwe ya Twitterê deqedirzanî û sipasiya netewê Îranê kir ji ber ku piştgiriya koçberên Efxan kirin. Li gor IRNA, Husên Alimî Belxî bal kişand ser pêwendî û têkeliyên baş û kevn navbera du dewlet û netewên Îran û Efxanistanê li mijarên curbicur û got:Şiroveya alîkarê siyasî yê wezîrê derve…

Xwandinê bidominê

Êrişên Emerîkayê ser wilayeta Feraha Efxanistanê: 45 kesên sivîl hat kuştin

Çavkaniyên nûçan li bara kuştina 45 kesên sivîl li encama êrişên hewayî yên eskerên emerîkî li wilayeta Ferahê li rojava Efxanistanê agahî dan.  Li gorî rapora Tesnîm News`ê, li halekê ku eskerên emerîkî îdia dikin ku li encama êrişên hewayî yên  roja sêşemiyê ya xwe bo bajarê Bekwayê li wilayeta Feraha hêsankariyan, ceribîngehên  madên narkotîk û dijberên  çekdar ên  dewleta…

Xwandinê bidominê
Başa dön tuşu
Kapalı