IraqNûçeRojhilatanavin

Pêşdeçûna hêzên iraqî li Mûsilê û fukarên li bara komployên Emerîkayê

Artêşa Iraqê hin navçên başûrê Mûsilê ji destê grûpa terorîstî ya DAIŞê azad kirin.

Rayedarên  parêzgeha Neynewayê, li bakurê Iraqê roja sêşemiyê ragihandin ku  polîs û hêzên zirihî yên artêşa Iraqê derbasî hin navçên bin kontrola DAIŞê li başûrê Mûsilê bûne.

Sertîp Raid Şakir Cewdet fermandarê polîsê fedarala Iraqê li bara paqijkirina û azadkirina 352 kîlometrên çarber ji navçên  başûrê bajarê Mûsilê li çarçova operasyona  azadkirina vî bajarî ku ji siba roja duşemiyê ve destpê bûye  agahî da. Li vê barê Sed El-Hedîsî berdevkê dewleta Iraqê jî bal kişand ser vê yekê ku  azadiya Mûsilê maye ser şêwaza pêşveçûna  pêvajoya operasyona eskerî û tekez kir ku artêşa Iraqê hewl dide ku  Mûsilê bi lezgînî ji bin lepên terorîstan azad bikin.

Operasyona  azadkirina  Mûsilê sibeha roja duşemiyê bifermî destpê bû. Di vê midehê de hêzên eskerî û ewlehiyê yên Iraqê bi piştgiriya Heşdê Şebî û hêzên pêşmerge yên kurd serketinên mezin li dijî grûpa terorîstî ya DAIŞê  bidest xistine.

Lê  li halekê ku  hemî şehed û belge li bara  serketinên berfireh û seranserî yên iraqiyan li rawestana li ber terorîstan li Iraqê nîşan didin û rayedarên  iraqî tim ser jiholêrakirina grûpa DAIŞê li Iraqê disekinin. Rayedarên  hin dewletên  rojava  ji wan wezîrê berevaniyê yê Fransayê dibêjin ku operasyona Mûsilê renge bi salan bikşîne ku eva helwestên wan ên nepenî nîşan dide.

Bêguman bi dirêjbûna prosa azadkirina Mûsilê û mudaxilên  hevalbendiya li dijî DAIŞê bi serkirdetiya  Emerîkayê li  pêngavên  micid ên iraqiyan jibo jinavbirina lezgîn a DAIŞê li Iraqê mecaleke zêde  dide  terorîstan ku birevin beşên din ên Iraqê û heta birevin Sûriyê  her wiha  dirêjbûna  operasyona  azadkirina  Mûsilê derfeta  pêdivî jibo xurtkirina  terorîstan û bipergalkirina wan bi çekên zêdetir pêk tine.

Ji aliyê din ve dewletên rojava her wiha  bi dirêjkirina  operasyona azadkirina  Mûsilê di pratîkê de, lê digerin ku rewşê jibo sistkirina armancên  vê operasyonê û  qahîmkirina  mewqiya terorîstan li hin beşên Mûsilê xweş bikin.

Li vê çarçowê tevî ku tê gotin hevalbendiya  emerîkî ya li dijî DAIŞê hemî riyên  revîna  endamên DAIŞê ji bakurê Iraqê bo Sûriyê girtiye ustûyê xwe lê li gor nûçan Emerîka û Erebistan jibo derketina  endamên DAIŞê ji Mûsilê û  şandina wan  bo Sûriyê li hev kirine.

Li dewama  siyasetên  bi xerez û mudaxila Emerîkayê li Iraqê ku li mehên  buhurî berfirehtir û bifukartir  bûne midehek berî niha hejmarek ji endamên  kongera Emerîkayê palnek raber kirin jibo ku  bi alîkariya  Herêma Kurdistana Iraqê parêzgeha Neynewayê bikin navçeyeke serbixwe ji bo ola û mezheban. Eşkerebûna plan û bernameyên  Emerîkayê jibo parvekirina  Iraqê tevî hizûra berfireh a hêzên  eskerî yên  Emerîkayê li Iraqê bi mehna rawestana li ber terorîzmê  nîşan dide ku Iraq tim bi liv û tevger û planên  şikber ji aliyê Emerîkayê rûbirû ye.

Li her halî de alûgurên  Iraqê bûne sedema  hişyariya zêdetir a iraqiyan li bara  armancên  nepenî yên liv û tevegrên  dewletên rojavayî û dewletên paşverû û zorbêj ên navçê ji wan Erebistan û Tirkiyê li çarçowa saziya qaşo li dijî DAIŞê li operasyona  azadkirina Mûsilê daha zêde kiriye û ji ber vê rastiyê ye ku  rayedarên iraqî ser bikaranîna  zirûfên  navxweyî li operasyoan li dijî DAIŞê tekez dikin.

Bêguman di rewşeke wiha de , yekitî û hevgirtîbûna  iraqiyan bitaybet ji ber bîr û rayên  merceyên Iraqê ku roleke  giring li pêkhatina  navendên  berxwedana li hember DAIŞê li Iraqê hebûne, dikare rewşê jibo pêşdebirina dest xwe ya operasyona azadkirina Mûsilê û bêencamkirina komployên  rojava ji bikaranîna terorîzmê jibo bidestxistian armancên xwe yên bi xerez li Iraqê xweş bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı