ÎranMirovê HejaNûçeRojhilatanavinSeyyid Îmam Eli Xamaneî

Peyama rêberê giranqedr ê cihana îslamî bo Yekîtiya Encumenên Îslamî yên Xwendekaran li Ewropayê

Rêberê giranqedr ê cihana Îslamî li peyamekê bo Yekîtiya Encumenên Îslamî yên Xwendekaran li Ewropayê destnîşan kir: Şerê neberanber ên bereya kufr û istikbarê bi ala bilindkirî ya Îslama resen, erka me hemûyan e.

Hezretê Ayetulla Ozma Xamineyî rêberê giranqedr ê cihana îslamî roja îniyê li vê peyamê ragihand: Çaverêtiya ji we delalan xebatek zêdetir ji xwesaziya zanistî û dînî û exlaqî ye û çaverêtî heye ku hûn li ser hawîrdora xwe bandorê bikin û şopînerên riya Xwedê bi saya gotin û kiryara xwe zêde bikin.

Herzretê Ayetullah Ozma Xamineyî bal kişande ser viya ku “Ciwanî û xwendekarbûn“ wekî pêşbireke bihêz mirov di riya bidestxistina armancên bilind alîkariyê dike û bi bîr xist: Hûn ji bilî van duyan, ji serpişkî û qazanca hebûna li pergala bibandor a Lijneyên Îslamî jî sûdê werdigirin.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Her yek ji me gere ku kaniyek bi bereket ji merifeta durust a îslamî û riya rast a Xwedê be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı