CîhanEwropaNûçe

Referanduma xweseriyê ya li bakurê Îtalyayê kuta bû

Li Lombardiya û Venetoya herêmên Îtalyayê ji bo ku ji rêvebiriya navendî mafan bistînin, referandum hat kirin.

Li welêt ji sedî 30ê dahata nesafî ji herêmên Lombardiya û Venetoyê tê. Her du herêm dixwazin ku çavkaniyên xwe bi xwe bi kar bînin û baca xwe bi xwe rêkûpêk bikin. Ji bo vê jî referanduma îstişareyê hat kirin ku ji hikûmetê xweseriyê bixwazin an na.

Li herêma Lombardiyayê 7,9 milyon, li herêma Venetoyê jî 4 milyon hilbijêr hene. Referandumê di saet 07.00an (BST 08.00) da dest pê kir û di saet 23.00an (BST 00.00) da temam bû.

Li gor ANSAya ajansa nûçeyan a Îtalyayê ji bo ku referandum were qebûlkirin divê li herêma Venetoyê ji sedî 50+1 beşdarî çêbibe û hat ragihandin ku li vê herêmê rêjeya beşdariyê ji sedî 59,7 e.

Li herêma Lombardiyayê şertekî beşdariyê tuneye. Serokê Rêveberiya Herêma Lombardiyayê Roberto Maronî diyar kir ku rêjeya beşdariyê ji sedî 40î zêdetir e.

Maronî piştî referandumê civîna çapemeniyê li dar xist û got ku li gor encamên ewilîn ên nefermî ji bo xweseriyê ji sedî 95 gotin “Erê” ji sedî 3yan jî got “Na”.

Li gor encamên ewilîn ên nefermî li Herêma Venetoyê ji sedî 98 kesan dengê “Erê” da. Serokê Rêvebiriya Herêma Venetoyê Luca Zaia jî wiha got: “Ev referandum dide nîşan ku gelê Venetoyê dixwaze ku xweser bibe.”

Zaia diyar kir ku ew dixwazin bi rêvebiriya navendî ra li ser 23 mijaran mizakereyê bikin û ew dixwazin ku ji 10an 9ê bacan li herêma wan bimîne.

– Ji hikûmetê peyama “Em ji bo mizakereyan amade ne”

Li ser referandumê şîroveya ewil ji Misteşarê Wezareta Karên Herêmî Gian Claudio Bressa hat kirin. Bressa diyar kir ku hikûmet ji bo xweseriya berfireh a herêmên navborî amade ye.

Li welêt vê gavê 20 herêmên îdarî hene û ji van 5 herêm (Friuli Venezia Giulia, Sardinya, Sicilya, Trentino-Alto Adige ve Valle d’Aosta) xwediyê rayeya xweseriya berfireh in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı