IraqNûçeRojhilatanavin

Seyyid Ammar Hekîm û Hadi Amirî derheq dûhatên gêreyê li herêmê hişyarî dan

Rêberê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê û Serokê Hevalbendîya Al Fathê derheq gurrbûna gêreyê li navçê û dûhatên giran ên wê hişyarî dan.

Rêberê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê Seyîd-Emmar Hekîm û Serokê Hevalbendîya Al Fathê Hadî Amirî di civînekê de alûgurên herîdawîyê yên sîyasî li Iraq û navçê hilkolandin û derheq gurrbûna gêreyê li navçê û dûhatên giran ên wê hişyarî dan.

Pêwîstîya rollîstina mêhwerî ya Iraqê di çareserkirina qeyrana herêmê û kêmkirina gêreyan ji mêhwerên din ên gotûbêja Seyyid Ammar Hekîm û Hadi Amirî bûn.

Seyyid Ammar Hekîm di wê hevdîtinê de pêgirî ser rola Iraqê di vî warî de kir  ûgot: Iraqê divê roleke mêhwerî di parastina aramîya navçê da hebe.

Wî herwiha amajeyî demajoya kemilandina kabînê kir û xwest ku berpirsîya wezaretxanan bispêrin mirovên kara û destpak.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu
Kapalı